Rojnameya Îsraîlî 'Yedioth Ahronoth' roja Duşemê, li gor çavkanîyek fermî dibêje "Îsraîl ji biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a paşxistina êrîşên çaverêkirî yên piştî temambûna 48 demjimêran bo ser Îranê hatiye agahdarkirin."
Çavkanî dîsan gotîye "Amerîkîyan her wiha ji Îsraîlê xwestin ku êrîşên li dijî navendên elektrîkê û dezgehên binesazîyê yên li Îranê paş bixe."
Berîya roja Duşemê, Trump ragihand ku Washington û Tehran di du rojên borî de ji bo gihîştina çareserîyek berfireh ji bo rewşa dijminatîyê ya bi Îranê re danûstandinên "pir baş û berhemdar" kirine, û piştrast kir ku ew ê êrîşên leşkerî yên li dijî bingehên enerjî û elektrîkê yên Îranê ji bo pênc rojan paş bixe.
Rayedarên Îsraîlî roja Duşemê got ku Îsraîl ji daxuyanîya Serokê Amerîkayê Donald Trump a "hevdîtinên baş û berhemdar" bi Îranê re û biryara wî ya rawestandina gefên li ser binesazîya enerjîyê ya Îranê ji bo pênc rojan "matmayî nebû" û ji wan re ne "surprîze".
Rayedarên Îsraîlî got ku li pişt perdê, têkilîyên xurt di navbera Washington û Tehranê de, hem rasterast û hem jî bi navbeynkariya Qeter û Tirkîyê, bi armanca gihîştina rêkeftinekê dimeşin.