Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Em ji Gefên Amerîka Natirsîn


Îro Pênşemê yek ji şêwirmendên herî nêzîk yê Ayatullah Alî Xameneyî ragihand ku ew serê xwe jibo gefên Amerîka na tewînin derbarê ceribandinên Mûşekên Balistî yên ku Îranê encam dabûn.

Alî Akber Wilayetî Şêwirmendê di asta bilind de yê Xameneyî got"Ev ne cara yekê ye kesekî ku pisporiya wî tu neye gefan li Îranê dixwe. Rêvebiriya Amerîka dê bigihe wê bawerê ku, gefên li dij Îranê dê bê encam bimînin".

Ajansa Faris ya Îranî liser zarê berpirsên Komara Îsamî ya Îranê radigihînin ku " Îranê pêwîsî bi destûrdana çi dewletan nîne heta bikare berevaniyê ji xwe bike".

Wek tê zanîn roja yekşema borî Îranê tecrubek Mûşekan encam da bû, ev bubû sedema dilgiraniya Amerîka, Michael Flynn şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê serokê Amerîka Donald Trump dabû eşkere kirin ku Amerîka li hember hewildanên Îranê destvala ranaweste.

XS
SM
MD
LG