Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Girtiyên Amerîkî li Îranê ji Zîndanê Bo Hepsa Malê Tên Veguhestin


Zîndana Evin li Tehran
Zîndana Evin li Tehran

Çar welatiyên Amerîkî yên ku li Îranê hatibûn girtin ji girtîgeha Evin serbest hatin berdan û niha di hepsa malê de, di bin çavan de dimînin.

Parêzerê girtiyan ev nûçe ji Reutersê re piştrast kir û got, ew hêvîdar in ku ev yek bibe gavek ber bi serbestberdana dawî û rê bi wan bihê dan da ku ji Îranê derkevin.

Jared Genser, Parêzerê malbata Nemazî ragihand ku kesên hatine binçavkirin evin; Siyamak Namazî (51), Îmad Şerqî (58), karsazekî Îranî-Amerîkî, jîngehparêz Murad Tahbazî (67) ku welatiyê Brîtanya ye tevî welatiyek din yê Amerîkî ku navê wî nehate zanîn.

Çavkaniyeke cuda ji ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) re got ku welatiyek din yê Amerîkî çend hefte berê ji zîndanê veguhastbû malê da ku li jêr çavdêriyê be.

Piştî belavbûna nûçe, Rojnameya New York Times ragihand ku "Amerîka bi Îranê re lihevkirinek çêkiriye ku 5 Amerîkiyan serbest berde di berdêla rakirina cemidandina nêzîkî 6 milyar dolaran ji dahata petrola Îranê, bi mercê ku ew pere ji bo armancên mirovî were bikar anîn."

New York Times herwiha dibêje, li gor çavkaniyên ku nêzîkî mijarê ne, divê Amerîka çend Îraniyên ku ji ber binpêkirina cezayên li dijî Îranê hatine sizadan serbest berde, lê rêveberiya Biden red kiriye ku van agahiyan piştrast bike.

XS
SM
MD
LG