Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje, Ger Êrîşî Navendên Wê Yên Atomî Were Kirin Dê 'Şaşiyek Dîrokî' Be


Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî roja Şemiyê got "Îran demûdest bi yekalî û bi biryar dê bersivê bide her êrîşek li ser bingehên navokî were kirin, ku dê bibe sedema şerek berfireh li herêmê."

Araqçî ev yek ji kenala Al-Jazeera ya Erebî ku li Qeter weşanê dike got, eger Amerîka û Îsraîl êrîşeke leşkerî li ser navendên atomî yên Îranê pêk bînin, ev "dê bibe yek ji mezintirîn şaşiyên Amerîka."

Rêberên Îranê nîgeran in ku Serokê Amerîka Donald Trump piştgirîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dike di dewra xwe ya duyemîn de ji bo êrîşên esmanî li ser navendên wê yên navokî û tundkirina cezayên Amerîkî li ser pîşesaziya nefta Îranê.

Tê payîn ku jiber alozîyên navxweyî û têkçûna rewşa aborî Îran danûstandinan ligel rêveberiya Trump bike û li ser çarenûsa bernameya navokî ya ku bi lez geş dibe re gotûbêjan bike.

Araqçî pêşniyar kir jibo ku bawerê çê bibe, Amerîka dikare sermayên Îranê yên cemidiandî berde.

"Sermayên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatin cemidandin û sozên berê yên berdana wan bi cih neanîn. Ev tişt ji aliyê rêveberiya Amerîka ve ji bo avakirina baweriyê di navbera me de dikarin bên kirin," Araqçî got.

Di sala 2018'an de Donald Trump di dewra xwe ya yekê ya serokatiyê de ji peymana navokî ya sala 2015'an a di navbera Îran û hêzên cîhanê de vekişiyabû û hemû cezayên li ser Tehranê ji nû ve sepandibûn. Di berdêla vê yekê de, Îranê gpêgirî li gorî peymanê nekir û lez da pêvajoya zengînkirina uranyumê. Armanca vê peymanê ew bû ku li hember rakirina cezayên navneteweyî çalakiyên navokî yên Îranê werin sînordar kirin.

Di dema yekem dewra xwe de, Serok Trump sîyaseta "zexta tund" li dijî Îranê meşand da ku wê neçar bike ku li ser bernameya xwe ya navokî danûstandinan bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG