Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Îran Rojane 12 Kesan Bidarve Dike

Girtin, kuştin û sêdaredan li Îranê
Girtin, kuştin û sêdaredan li Îranê

Li gorî ajansa nûçeyan a Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê (HRANA), roja Duşemê 16'ê Sibata 2026'anserê sibê, herî kêm 12 girtîyên ku bi tawanên têkildarî madeyên hişber û kuştinê hatibûn tawanbarkirin, li girtîgehên cuda yên Îranê hatin darvekirin.

Raporta HRANA ragihand ku navên 10 ji wan kesan ku darvekirina wan hat piştrastkirin ev in: Xosrow Refîe’î, Mihemed Rûdbarî, Cemal Huseyînî, Mewla Şêxî, Elî Mûsawî, Secad Mişkînî, Wehîd Beratî, Kurûş Ezîzî û Reza Hatemzade.

Li gorî HRANA’yê, darvekirin li zîndanên Quçan, Qayîmşehr, Nîşabûr, Durood, Destgerî, Îsfehan, Zencan û Sawe de hatine pêkanîn.

Di heman demê de, li gorî rêxistina mafên mirovan ya Hangaw, 12 girtiyên din, ku di nav wan de pênc Kurd, du Azerî û jinek ku nasnameya wê nedîyare hebûn. Roja Sêşemê li girtîgehên Sarî, Îlam, Kirmaşan, Xorabad, Tehran û Îsfehanê hatin darvekirin.

Hangaw di daxuyanîyeke xwe de navên girtiyên ku berê ji aliyê navenda dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve ji bo darvekirinê hatibûn pejirandin weşand. Navên wan ev in: Taha Şêrzad, Kazem Feracînejad, Mihemed Kerem Ceferî, Hadî Moe’mînî, Şehryar Vaîsî, Muxtar Atayî, Behram Çemanî, Biyûk Namvarzad, Ferhad Kerîmzade, Mehrdad Sayahî, Arif Haşemî û Mehnaz Roşnî.

Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî li ser rewşa girtîyan û darvekirinan li girtîgehên Îranê rapor û nûçe belav dikin.

XS
SM
MD
LG