Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hegseth: Şerê li Dijî Rejîma Îranê di Qonaxa Destpêkê de ye

Wezîrê Cengê yê Amerîka Pete Hegseth
Wezîrê Cengê yê Amerîka Pete Hegseth

Washington, D.C. — Pete Hegseth, Wezîrê Cengê yê Amerîkayê, hişyarî da ku operasyonên leşkerî yên Amerîka li dijî rejîma Îranê hîn neqediyane, û got ku operasyon tenê di qonaxên xwe yên destpêkê de ye, ev di demekî de ye ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser rejîma Îranê kete di hefteya xwe ya duyan de.

Di hevpeyvînekê de ku roja Yekşemê di bernama 60 Minutes ya kenal CBS News de hate weşandin, Hegseth got ku şiyana Îranê ya pêşandana hêza leşkerî li seranserê herêmê bi berdewamî qels dibe.

Derbarê şiyan û hêza leşkerî ya Îranê Hegseth got, "Hêza Îranê kêm dibe û her ku diçe dê kêmtir bibe. Dîsa, tiştê ku ez dixwazim ji temaşevanan re bêjim ev e ku, a heta niha tenê destpêk e".

Li gorî Pentagonê, zêdetirî 50,000 leşkerên Amerîkî beşdarî helmeta bi navê Operasyona Hêrsa Dastanî 'Epic Fury' dibin.

Karbidestên leşkerî yên Amerîkî got ku hêzên Amerîkî heta roja Îna borî li nêzîkî 3,000 armancên li nav Îranê xistine.

Hegseth got ku operasyon li gorî planê pêşve diçe lê wî pêşniyarên ku operasyon dikare di demek nêzîk de biqede red kir.

"Em pir li ser rê û planê ne," wî got jî ku, leşkerê Amerîkî û Îsraîlî bi hev re li gorî Îranê xwedî hêzeke esmanî ya "berfireh" in.

"Dema ku hûn hêza me ya esmanî bi hêza esmanî ya Îsraîlê re bikin yek, ew du hêzên esmanî yên herî bihêz ên cîhanê ne," Hegseth got.

XS
SM
MD
LG