Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Komara Îslamî ya Îranê Gihîştiye Xeta Dawî

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku Komara Îslamî ji alîyê qelsbûna xwe gihîştiye "xeta dawî", her çend "ev nayê wê wateyê ku em ê her tişt bidawî hatîye, lê ev rastîyeke.

"Ne hêza wan a deryayî heye, ne hêza wan a hewayî heye, ne parastina wan a hewayî heye, ne jî pergalên wan ên kontrolê hene. Bi bingehîn serdestiya me ya hewayî li ser wî welatî heye," wî got.

"Em niha bi baldarî li Tengavan temaşe dikin. Ew di rewşek pir baş de ne. Me hemî keştîyên wan wêran kirine. Hîn jî çend mûşekên wan hene, lê ne pir. Ez difikirim ku em di rewşek pir baş de ne."

"Ya herî girîng ew e ku em vê rewşê bi ser bixin, zû bi ser bikevin, lê divê em bê guman bi ser bikevin. Dema ku ez li nûçeyan dinêrim, gelek kes dibêjin ku me ev şer ji destpêkê ve bi ser xistiye," Trump got.

"Em kesekî dixwazin ku dizane çi dike, kesekî ku dikare welêt ji nû ve ava bike," wî got.

Serok Trump her wiha got, "Tiştek din jî heye. Em dikarin deverên Tehranê û deverên din armanc bigirin ku, eger em bikin, ji nû ve avakirina welatê wan hema hema ne mumkin e. Lê em vê yekê naxwazin."

"Em dikarin binesaziya wan a elektrîkê aramnc bigirin; em dikarin kapasîteya wan a elektrîkê di saetekê de hilweşînin û dibe ku ji nû ve avakirin 25 salan bidome. lê em naxwazin vê yekê bikin," wî got.

XS
SM
MD
LG