Serokê Amerîkî Donald Trump di kêlîya ku dorpêça deryayî ya ser Îranê ji alîyê hêzên Amerîkî de hat destpêkirin di Truth Social de peyamek weşand û got "Hêza Deryayî ya Îranê li binê deryayê ye, bi tevahî 158 keştî hatine jinavbirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump her weha dibêje, "Tiştê ku me heta niha lê nexistiye hejmarek kêm maye, ku ji wan re dibêjin -keştîyên êrîşkar yên lezgîn- lê ji ber ku heta nihe me ew wekî gefeke mezin nedîtiye."
Di peyama xwe de Trump derbarê wan gemîyên biçûk yên êrîşkar de Îranê hişyar dike û dibêje "Ger yek ji wan keştîyan nêzîkî herêma dorpêçê bibe, ew ê demûdest werin têkbirin, bi heman sîstemê ya ku bo kuştina qaçaxçîyên madên hişber tê bikaranîn."
Li dawîya peyama xwe Trump dibêje, "98.2% ji ji madeyên hişber yên ku bi rêya oqyanûs an deryayê dihatin Amerîkayê, hatine rawestandin."
Ji hejî gorinê ye ku hêzên Amerîkayê, bi fermana Donald Trump, dest bi dorpêçkirineke deryayî ya tevahî li ser Îranê kiriye da ku zextê li ser Îranê bike ku peymaneke navokî îmze bike.
Amerîka hişyarî da ku eger Îran nerazîbûnê nîşan bide ew ê hêzê li dij her tevereke Îranê ya li hember dorpêçê bi kar bînin.
Li gor biryara Amerîkayê, dorpêç di demjimêr 10:00 berî nîvro a roja Duşemê hat destpêkirin, bi destpêkirina dema dawî ya Dorpêçê serok Trump peyama xwe li ser platforma Truth Social weşandbû.