Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Serkirdeyekî Opozisyonê ku li Amerîka Dimîne Girtiye


Îranê îro Şemiyê got ku hêzên wê yên agahdariyê serkirdeyekî opozisyonê yê ku li Amerîka dimîne girtiye.

Serkirdeyên opozisyonê tê tawanbarkirin bi êrîşa bumbekirina sala 2008an a ku têde 14 kes hatibûn kuştin û pilankirina hin êrîşên din.

Cih û dema vê girtinê nehat ragihandin.

Tilfizyona dewletê ev nûçe li gor daxuyaniyeke wezareta agahdariyê ragihand, lê negot çawa ew girtin bûye.

Wê tenê got girtin di encama operasyoneke tevlîhev de bûye.

Daxuyaniya wezaretê got:

“Cemşîd Şarmahd, serkirdeyê gurûpa terorîst Tondar, ku ji Amerîka çalakiyên leşkerî li Îranê birêve birin, ew di encama operasyoneke tevlîhev de, hate girtin û niha di nav destên me de ye.”

Gurûpa Tondar girtin piştrast nekir, lê wê di postekê de li ser medya civakî got, “Dê Tondar ...şerê xwe berdewam bike, tevî nebûna komandarekî.”

Gurûpa Tondar, ku bingeha wê li Los Angelesê ye, dixwaze deshilatdariya Îranê vegerîne berî sala 1979an, ku şoreşa Îslamî ew rûxand.

XS
SM
MD
LG