Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Pêleke Din a Êrîşan Dibe ser Welatên Herêmê

Artêşa Îranê roja Şemîyê pêleke din a êrîşên dron û mûşekan bir ser welatên herêmê, di demekê de ku girjî û alozîyên ligel Amerîkayê zêdetir dibin.

Kuweytê ragihand ku navendeke şêrînkirina avê li welêt rastî êrîşeke Îranê hat. Di encama metirsîyên berdewam ên mûşek û dronanan, tevgera li Firokxaneya Kuweytê ya Navnetewî hate ragirtin.

Li Urdunê jî, desthilatdaran ragihand ku çar dronên Îranî li esmanî welêt hatin pûçkirin. Li Behreynê jî, hikûmetê rewşa hişyarîyê ragihand di demekê de ku metirsîyên êrîşên Îranê berdewam kir.

Êrîşên Supaya pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê hatin çend demjimêran piştî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bidawîbûna pêla heftemîn ya êrîşên li ser rejîma Îranê ragihand.

Di heft rojên dawî de Amerîkayê bi awayekî rojane êrîş birin ser bingehên rejîma Îranê li çend deverên welêt, bi mebesta tunekirina şiyanên leşkerî yên Tehranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG