Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê ji bo Ala Îsraîlê Serdana Nemsayê Ji nav Dibe


Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Wezareta derve ya Nemsayê îro Şemîyê got ku wezîrê derve yê Îranê serdana wezîrê derve yê Nemsayê ji nav bir, ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li dor hildana ala Îsraîlê li Viennayê wek piştgirî ji Îsraîlê re.

Biryar bû wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li gel hevtayê xwe yê Nemsayê Alexander Schallenburg kom bibe, lê wî serdan ji nav bir, li gor peyvdara Schallenburg.

Peyvdara Nemsayî got:

“Mixabin ku ev yek bû, lê ji bo me wek rojê zelal e ku dema Hemas bêhtirî 2000 rokêt bavêje ser sivîlên Îsraîlê, wê demê emê bêdeng nemînin.”

Nakokî derket pêş di dema axaftinên Viennayê de ji bo vejandina rêkleftina navokî ya sala 2015an di navbera Îranê û welatên mezin ên cîhanê de.

Rawêjkarê Nemsa Sebastian Kurz roja Înê xwestibû ku ala Îsarîlê hilde, wek piştgirî ji Îsraîlê re, di demekê de ku pevçûn di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê berdewam in.

Serokê şandê Îranê yê guftûgoyan Ebbas Ereqçî ev yek rexne kir û got ku “Îsraîlê bi hovîtî bi dehan sivîlên bêguhe kuştine” û Îran li gel Felestînê ye.

XS
SM
MD
LG