Îranê roja Yekşemê mûşekek nû ya balîstîk da nasandin û got ku ew mûşek dikare 1700 kîlometran biçe.
Îranê mûşeka xwe ya nû ya bi navê Îtîmad, an jî di merasîmeke li Tehranê de ku bi beşdarîya Serok Mesûd Pizişkîyan eşkere kir.
Pizişkîyan di gotareke televizyonî de got ku: "Pêşxistina kanînên berevanîyê û teknolojîyên fezayê... armanc dike ku ti welat newêre be êrîşê axa Îranê bike."
Televîzyona dewletê dîmenên mûşekê belav kir û got ku mûşek xwedî menzîla heya 1700 kîlometran e û "mûşeka herî dawî ya balistîk" e ku ji hêla wezareta berevanîya Îranê ve hatîye hilberîn.
Welatên Rojavayî jiber pêşketinên di bernameya mûşekên balistîk yên Îranê de xembar bûne û wê bi têkbirina aramîya Rojhilata Navîn tawanbar dikin.
Mûşekên Îranê, di nav de ev ya herî nû jî heye, dikarin bigihêjin dijminê xwe yê mezin Îsraîl, ku sala borî di dema şerê Gazayê de du caran ew welat kir armanc.
Ji dema vegera Serokê Amerîka Donald Trump - yê ku di serdama xwe ya yekê de hember Îranê, nêzîktîya "zexta herî zêde" şopand - Tehranê gelek pêşedanên hêzê kir, ku di nav de hîndarîyên leşkerî yên mezin û pêşkêşkirina bingehên leşkerî yên jêrzemînî jî hebûn.
Di heman demê de, jibo jinûvedestpêkirina danûstandinan li ser bernameya xwe ya navokî peyaman dîyar dike, bernameya ku bi dehsalan e bûye mijara alozîyên bi welatên Rojavayî re.
Îran, ku demekê piranîya kelûpelên xwe yên leşkerî ji hevbendê xwe yê wê demê Amerîka peyda dikir, piştî ku Washingtonê jiber Şoreşa Îslamî ya peywendiyên xwe qut kir û tole ragihand, neçar ma ku bixwe çekan pêş bixe.
Di dema şerê wêranker ya bi Îraqê re de, di navbera 1980 û 1988’an de, Îran di bin ambargoya çekan de bû.
Lê, niha Îran xwedî cebilxaneyek girîng ya çekên pêşketî yên navxweyî ye, ku di nav de mûşek, sîstemên berevanîya esmanî û dron jî hene.
Hejayê gotinê ye ku Tehranê ev merasîma bi nasandina mûşeka nû ya balîstîk, di roja neteweyî ya esmanî ya Îranê de û çend roj berîya 46. salvegera damezrandina Komara Îslamî ya Îranê, di 10’ê Sibata 1979’an de, dar xist.
Jêder: AFP