Ajansa IRNA ya Îranê û mediya dewletê ragihand ku pênc zêrevanên sînorî yên Îranî roja Yekşemê di pevçûnên bi komek çekdaran re li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ku herêmeke bi aloziyan re rû bi rûye, li başûrê rojhilatê welat hatin kuştin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA'ê, zêrevan li devera Serawan ya nêzî sînorê Îranê û Pakistanê hatine kuştin.
Berî niha malpera 'Mizan Online' ya girêdayî saziya dadweriya dewletê, ji zarê dozgerê herêmî Mehdî Şemsabadî ragihandibû ku 6 pasewanên sînor hatine kuştin lê piştre hejmara wan daketiye 5an.
Weke IRNA dibêe, êrîşa roja Yekşemê ji aliyê "komeke terorîstî ya ku dixwest derbasî nava welêt bibe" pêk hat, lê endamên wê "piştî birîndar ku bûne, ji cihê bûyerê reviyan".
Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kananî êrîş şermezar kir û got ku Îran ji Pakistanê hêvî dike ku "komên terorîst têk bibe" û "hewl bide ku ewlehiya sînorên hevbeş baştir bike".
Wî her wiha got: "Bêguman armanca van komên terorîst têkdana ewlehiya sînorên hevpar û ewlehiya xelkê ku li ser sînorên her du welatan dijîn e."
Herêma Sîstan-Belûçistan hejar û xizanin, ku di heman demê de bi Afganîstanê re jî hevsînor e, ew herêmeke ciyê pevçûnên domdare, ku hêzên ewlehiyê berdewam bi qaçaxçiyên narkotîkê re dikevin nava pevçûnan, û hem jî bi serhildêrên ji kemaniya Belûçî û bi komên tundrê yên misilman yên sunnî re şer dikin.
Ev êrîş yek ji êrîşên herî kujer bû yên ku di mehên dawî de li parêzgehê qewimîne.
IRNA ragihand bû ku di 11ê Adara borî de jî, du polîs di pevçûnên bi "tawankaran" re li heman herêmê hatbûn gulebarankirin.
Jêder: AFP