Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Îran Bankên Girêdayî Leşkeran Tevlîhev Dike


Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA dibêje Banka Navendî ya Îranê biryar da çar bank û sandiqeke qerzdanê tevlîhev bike ji bo çakirina sîstema bankan û bazarên darayî.

Raporta îro Şemiyê ragihand ku bankên tevlîhev bûyî ew in Ensar û Mehrê Eqtîsad yên girêdayî hêzên pasdaran, Qewamîn a girêdayî polîs, Hekmetê Îranî û sandiqa qerzdanê Koser yên girêdayî wezareta berevaniyê, li gel Banka Îranê ya yekem Sepah ku ew jî girêdayî leşkeran e.

Banka Sepah 1,800 şaxên xwe hene li Îranê û hinekên din li Brîtanya, Frensa, Almanya û Îtalya jî hene.

Amerîka meha Mijdara borî ceza danîn ser Banka Sepah, piştî vekişîna ji rêkeftina navokî ya hêzên mezin ên cîhanê li gel Îranê.

XS
SM
MD
LG