Hêzên ewlekariya Îranê yên bi navê Besîc xwenîşandanên ku li seranserê Îranê belav bûne kirin armanc.
Li gorî medyaya fermî, roja Yekşemê, di xwepêşandanên ku Komara Îslamî ya Îranê bi mehan e şahidîyê ji wan re dike, endamekî hêzên Heşda Millî (Besîc) li navenda wî welatî ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin. Xwepêşandanên ku ji sedema mirina jina ciwan Mahsa Emînî derketine.
Ji 16ê Îlona 2022ê û vir ve, Îran bûye şahidê tevgerên nerazîbûnê piştî mirina Mahsa Aminî (Jîna Emînî) ya 22 salî, piştî ku ew ji aliyê polîsên exlaqî ve li Tehranê hatbû girtin û paşî jiyana xwe ji dest dabû.
Bi sedan kes di xwepêşandanan de hatin kuştin, di nav wan de bi dehan endamên hêzên ewlekariyê jî hene, ku di wan xwepêşandan de dirûşmên li dijî desthilatdariyê bilind kirin.
Bi hezaran kes jî, di wan tevgeran de hatin girtin, ku karbidestên Îranî beşeke mezin ji wan girtîyan weke "Ajawegêr" ku “dijminên” Komara Îslamî li pişt wan radiwestin, dihesibînin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a IRNA'yê roja yekşemiyê ragihand ku endamekî hêzên ewlehiyê "Besîc" ku ser bi Pasdarên Şoreşê ve ne, ragihand û got di encama "gulleya çekdarên tawankar li bajarê Semîram" yê parêzgeha Îsfehanê de, hatiye kuştin.
Ajansê diyar kir ku Şemiyê çendîn deverên bajêr şahidê xwepêşandanan bûn, û "hêzên ewlekarî ji bo parastina ewlehiyê li bajar hatin belav kirin, û di hin rewşan de rûbirûbûn bi hejmarek ji xwepêşanderan re qewimîne".
Li gorî amarên fermî yên Îranê, zêdetirî 200 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin ku di nav wan de bi dehan endamên hêzên ewlehiyê hene. Her wiha li 11 kesan jî sizayê sêdardanê derketîye û heta niha dewleta Îranê li dij 2 kesan biryara dardakirinê pêkanî ye.
Ji aliyê xwe ve, rêkxistinên mafên mirovan li derveyî Îranê amaje bi wê yekê dikin ku zêdetir ji 470 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û nêzîkî 100 kes jî tên dadgeh kirin, ku dibe sizayê darvekirinê li dij gelek ji wan kesan derkeve.