Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bexayî îro Duşemê got ku ewê jibo bersîvdana êrîşên dawî yên Îsraîlê yên ser armancên leşkerî li Îranê hemî bijareyên berdest bi kar bînin.
“Îran jibo bersîveke zelal û bi bandor ya dijî rejîma sîyonîst wê hemû bijareyîn berdest bixebitîne. kar bîne. Bersiva Îranê bi xwezaya êrîşa Îsraîlî ve girêdayî ye, “Bexayî di preskonfransa heftane ya televîzyonî de got, bê ku ti hûrgilî bide.
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî roja Yekşemê gotibû ku divê karbidestên Îranî dîyar bikin ku ewê hêza Îranê çawa bi awayê herî baş ji Îsraîlê re nîşan bidin.
Xameneyî gotibû ku divê êrîşên Îsraîlî ne werin sivikdîtin, ne jî werin mezin kirin.
Hikûmeta Îranê di daxuyanîyên pêşîn de gotibû ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê zêde ne girîng bûn û tenê zararên sînordar çêkiribûn.
Di heman demê de serokê Amerîkî Joe Biden bi xurtbûna îhtîmala şerekî herêmî ya piştî êrîşên Îsraîlê banga sekinandina tundîyê kir.
Jêder: Reuters