Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Dadê ya Amerîkî Dibêje Planeke Îranê ya Kuştina John Bolton Hate Sekinandin


Wezareta Dadê ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku planeke veşartî ya Îranê hate pûç kirin ku armanc dikir Şêwirmendê Berê yê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî, Advisor John Bolton bikuje.

Wezareta Dadê got ku Şehram Pursafî ku wek Mehdî Rezayî jî tê zanîn, 300 hezar dolar pêşnîyarî kesekî kiriye ku Bolton bikuje, ku herwiha balyozê berê yê Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî bû.

Postera FBi ys derheqa Pursafî
Postera FBi ys derheqa Pursafî

Wezaretê dîyar kir reng e Îranê wek bersîvdana kuştina Qasim Silêmanî ya alîyê Amerîka ve ew kuştinkarî plan kiriye.

"Ev ne cara yekê ye ku em planên Îranê yên kuştina mirovan li nava axa Amerîka pûç dikin. Emê bê rawestan karê xwe ya derxistin û pûçkirina bizavên wî rengî bidomînin," Cîgirê Wezîrê Dadê yê Amerîkî Matthew Olsen got.

Olsen da zanîn ku dijî endamekî Nobedarên Şoreşa Îslamî dozek hatiye vekirin, ku Îranê di demên dawîyê de derxistina wê hêzê ji lîsta terorê ya Amerîkî, wek şerteke vejandina peymana navokî ya 2015an derdixist pêş.

XS
SM
MD
LG