Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Hêzên Me Beşdarî Parastina Qada Esmanî ya Herêmê Dibin

Keştiya HMS ya Hêzên Deryayî ya Brîtanî
Keştiya HMS ya Hêzên Deryayî ya Brîtanî

Berdevka hikûmeta Brîtanî Jocelyn Wallar roja Çarşemê got ku Brîtanya "Ji egera êrîşên Îranê yên li ser hevalbendên me li herêmê dê li kêleka hevkaran roleke girîng bilîze."

Waller, berdevka zimanê Erebî ya hikûmeta Brîtanyayê bo Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê got, "Em HMS li herêmê bicih dikin, ku dê hebûna me li wir zêde bike da ku di vê dema hestiyar de heval û berjewendîyên hevparên me biparêzin."

Wallar got, "Emê hewlên xwe ji bo parastina berjewendîyên xwe bidomînin. Dertenga Hormuzê ji bo ewlehîya herêmî û aborîya cîhanê girîng e, û ji ber vê yekê em bi hevkarên xwe re ji nêz ve dixebitin û pêşketinan ji nêz ve dişopînin."

Herwiha Wezareta Berevanîya Brîtanya ragihand ku hêzên wan berî bicihkirina egerî bo Rojhilata Navîn, keştiya serekî ya hêzên deryayî ya ‘HMS Prince of Wales’ amade dikin da ku di demeke zû de karibin parastina qada esmanî ji êrîşên mûşek û dronên Îranê biparêzin.

Li gor kanala Sky News, Wallar gotîye, "Roj bi roj, firokên Brîtanî li esmanên li jor herêmê li kêleka hevkarên me digerin. Emê temaşevan nemînin dema ku hevalên me tên aramnc girtin."

Raportên din nîşan didin ku Brîtanyayê hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn bi firokên şer û operasyonên esmanî li welatên wekî Urdun, Qeter û Qibrisê xurt kiriye, wekî beşek ji hewildanên parastina esmanî ya herêmî beşdar dibin.

XS
SM
MD
LG