Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Îranî Bi Gule û Gaza Rondikrêj Xwepêşandanan Ji hev Belav Dikin


Avahiya Hilweşiyayî li Abadanê

Polîsên Îranî gaza rondikrêj bikar anî û gule berdan ezmên ji bo belavkirina xwepêşandanên şeva borî ên li ser rûxandina avahiyeka bajarê Abadan, ku wan karbidest bi gendelî û kêmasiya ewlehiyê tometbar kirin, li gor ajansa nûçeyan a Fars û raportên medyaya civakî .

Karbidestên herêma berhemanîna neftê li Xuzistanê, ku Abadan lê ye, ragihand ku di encama hilweşîna avahîya niştecih û bazirganî ya 10 qatî ya roja Duşemê de, hejmara kuştiyan gihîştiye 28 kesan û 37 kesên din jî birîndar bûne. Hat gotin ku heta niha 13 kes ji ber binpêkirinên pîvanên avakirinê hatine girtin.

Karbidestên ku lêkolînê li ser karesatê dikin, şaredarên niha û berê yên Abadan û çend xebatkarên din ên şaredarîyê girtin bi tawanên ku hişyariyên ewlehiyê paşguh kirine.

Ajansa Fars got ku xwepêşandanek şeva Înê li Abadan tund bû dema girse bi zorê derbasî nav kavilên avahî bûn, cihê ku operasyonên rizgarkirinê lê berdewam in. Hat gotin ku polîsan gaza rondikrêj û guleyên hişyariyê avêtine.

Di dîmenên li ser medyaya civakî de dengê çekan hat bihîstin û kesên ku direvin diqîrin “guleyan bernede, guleyan bernede.” Reuters nekarî bi awayekî serbixwe wan dîmenan pişrast bike.

Vîdyoyeke din ne piştrastkirî ji bajarê Mahşehr yê Xuzistanê nîşan dide ku xwepêşander diqîrin: "Wan petrol û gaz dizîn, xwîna me birin".

Li gorî hin postên din ên ne piştrastkirî yên medyaya civakî, meşên hevgirtinê bi xwepêşandanên Abadanê re jî li çend deverên nêzîk li Xuzistanê û herwiha Şahîn Şehr li navenda Îranê û başûrê bajarê Şîrazê hatine lidarxistin.

Cîgirê yekem ê serokomar Mihemed Moxber roja Înê ji televîzyona dewletê re got ew bawer dike ku "gendeliya berbelav" di navbera avaker, peymankar û dezgehên çavdêriyê de sedema karesatê ye.

Mîna ku di dema xwepêşandanên berê yên li ser bilindbûna bihayê xwarinê de, niştecîhan ragihandin ku xizmetên înternetê qut kirine, hewldanek eşkere ji bo rawestandina karanîna medyaya civakî ji bo organîzekirina mîtîngan û belavkirina vîdyoyan. Karbidest astengkirina gihandina înternetê red dikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG