Breaking News

Çîn Daxwaza Dîyalogê Dike jibo Çareserkirina Pirsgirêka Îranê

Peyvdarê wezareta derve yê Çînê Yang Jiechi.
Peyvdarê wezareta derve yê Çînê Yang Jiechi.

Hikûmeta Çînê daxwaza encamdana dîyalogê kir jibo çareserkirina pirsgirêka navokî ya Îranê, piştî ku Serok Barack Obama li vê hefîyê heman daxwaz kir.

Peyvdarê wezareta derve yê Çînê Yang Jiechi roja Sêşemê got ku pêdivîye welatên cîhanê bikaribin teknolojîya navokî bidest bînin, lê belê ne jibo armancên leşkerî.

Yang herwiha got ku Çîn li dijî her welatekî ye li Rojhilata Navîn ku çekên navokî bidest bîne.

Îsraîl û welatên Rojavayê di wê bawerê de ne ku Îran bizavê dike çekên navokî ava bike, lê belê Îran vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG