Breaking News

Gruba 5+1 Pêşnîyara Îranê bo Encamdana Danûstandinan Qebûl Kir

Catherine Ashton.
Catherine Ashton.

Pênc endamên herdem di Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî de û Almanya roja Sêşemê ragihand ku wan pêşnîyareka Îranê qebul kir jibo encamdana danûstandinan li ser bernama navokî ya Tehranê.

Berpirsê navokî yê Îranê Seîd Celîl li meha bihurî nameyek bo Berpirsa Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropî Catherine Ashton şand û daxwaza dubare destpêkirina danûstandinên navokî kir.

Li gor ajansa Associated Press, Ashton roja Sêşemê geşbînîya xwe beramberî danûstandinan ragihand.

Welatên Rojavayê di wê bawerê de ne ku Îran bizavê dike çekên navokî ava bike, lê belê Îran vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG