Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girseya Gel ku bi Kuştina Qaçaxçîyê Niftê Hêrs bû Êrişî Qereqoleka Başûrê Îranê kir


Gelek pasdarên beravê birîndar bûn li başûrê Îranê dema ku girseya gel bi kuştina qaçaxçîyê petrolê hêrs bibû, êrîşî li qerekola wan kirî, ajansek nûçeyan ya Îranê roja Şemiyê got.

Ajansa nîv-fermî Fars got qurbanî roja Înê hatîye kuştin di êrişa digel pasdarên beravê de ku dû qaçaxçîyan diçûn li avên Kendavê li Sirikê.

Ajansê bi zarê Huseyîn Dehakî, serokê pasdarên beravê yê parêzgeha başûrê Hormozgan, ragihand ku girseyekê paşî êriş kirîye qerekolekî li herêma Kouhestak û çend pasdar birîndar kirine.

Bûyer piştî du heftîyan li ser kuştina bi kêmî ve du kesên ku li ser sînorê Îranê petrol dibirin Pakîstanê çêbû û bû sedema belavbûna protestoyan ji bajarê ser sînor Saravan bo herêmên başûr li parêzgeha Sistan-Belûcîstanê.

Li gorî Neteweyên Yekgirtî, dibe ku heta 23 kesan hatibine kuştin di xwepêşandanan da ji alîyê Pasdaran û hêzên ewlehiyê ve.

Li Îranê bihayê petrolê di cîhanê da herî nizm e û ew digel qaçaxçîyatîya li ser sînorên welatên cînar şer dike.

XS
SM
MD
LG