Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Korona Derfeteke Dîrokî Dabû Amerîka ku Toleyên Ser Îranê Rake


Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Çarşemê got ku di pêvajoya tekoşîna hember vîrusa korona de, Amerîka fersendeke dîrokî hinda kir ku toleyên ser welatê wî rake.

Wî îdia kir ku cezayên Amerîka tekoşîna wan ya dijî korona nedaye sekinandin.

“Amerîka jibo rakirina sizayan derfeta herî çêtirîn wenda kir. Ev jibo Amerîkîyan derfeteke mezin bû ku lêborînê bixwazin û cezayên neheq û nerewa li ser Îranê rakin,"

Li Îranê jiber vîrusa korona zêdetirî 3,000 mirov mirin û nêzî 48,000 bûyer hene. Çîn û Neteweyên Yekbûyî bang li Amerîka kiribûn da ku toleyên ser Îranê sist bike.

"Amerîkîyan dikaribûn ev derfet bi kar bianîya û ji gelê Îranê re bigotina ku ew ne li dijî wan in. Dijmintîya wan ya hember Îranîyan eşkere ye," Ruhanî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Washingtonê alîkarîya mirovahî ji Tehranê re pêşkêş kiribp, lê rêberê bilind yê Îranê Alî Xameneyî ew pêşnîyar red kiribû.

Tevî ku karbidestên Îranî dibêjin ku toleyên Amerîkî pêşî li hewildanên rawestandina belavbûna vîrusê girtîye, Ruhanî got ku ew ceza ti bandor li ser xebatên wan yên dijî koorna nekirine.

"Em di çêkirina hemî alavên pêwîst yên jibo şerê hemberîvîrusê korona de têra xwe dikin. Em di şerê li dijî vê nexweşîyê de ji gelek welatên din serketîtir bûne,"Ruhanî got.

Çend welatên wek Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Çîn, Brîtanya, Fransa, Qatar û Tirkîye hewcedarîyên bijîşkî yên mîna lepik û mask şandibûn Îranê.

XS
SM
MD
LG