Wezareta Tenduristîya Îranê îro Şemîyê ragihand ku 253 kesên din ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û hejmara mirîyên welêt bi sedema vîrusê bûye 30,123 kes.
Wê got hejmara pêketiyan jî bûye 526,490. Îran welatê rojhilatê navîn ê yekem e bi hejmara mirî û pêketiyên koronayê.
Peyvdara wezareta tenduristiyê Sîma Sadat Larî ji televizyona dewletê re got ku di 24 demjimêrên borî de 4,103 kesên nû bi vîrusê ketine.