Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riyalê Îranê Dadikeve Asta Herî Nizim


Riyalê Îranê roja Şemiyê li hember dolarê Amerîkî daket asta herî nizim, tevî tedbîrên banka navendî bi armanca sarkirina daxwaza li ser diravên biyanî, di demekê de ku tirs heye ji enflasyon û perspektîfên aborî yên welêt.

Li gorî malpera veguhestina diravên biyanî ya Bonbast.com, riyal li bazara azad a nefermî beramberî dolar bi 575,000 dolar bû, li gorî roja Înê 540,000 bû. Malpera bazar360.com jî ev rêje bi 575,000 nirxand.

Li gel ku enflasyona salane 50% zêdetir e, Îranî hewil didin ku bi kirîna pereyên biyanî an zêr nirxê sermiyanên xwe biparêzin.

Ji bo sarkirina bazarê û hêsankirina daxwaza dolaran, banka navendî roja Şemiyê qedexeya li ser dikanên veguhestina taybet ên ku pereyên çapkirî difroşin rakir.

Hefteya borî, wê navendek danûstendinê vekir da ku rê bide Îraniyên asayî da ku diravên biyanî bikirin, lê hin vekolerên bazarê got ku vê gave rê li pêş daxwaza dolarê Amerîkî negirtiye.

Riyal nêzîkî 45% ji nirxa xwe ji dest daye ji dema ku xwepêşandanên li seranserî welatî derketin, piştî kuştina Jîna Emînî li ser destê polîs.

Nerazîbûn ji şoreşa Îslamî ya sala 1979an ve yek ji mezintirîn kêşeyên serdestiya teokratîk li Îranê derxistiye holê.

Bazirganên diravên biyanî dibêjin kêmbûna nirxê riyal hinekî ji ber alozî û îzolebûna zêde ya Îranê li ber cezayên rojavayî yên li ser rewşa wê ya mafên mirovan û bikaranîna Rûsyayê ji dronên Îranê li Ukraynayê ye.

Dubare sepandina cezayên Amerîkayê di sala 2018an de ji aliyê serokê wê demê Donald Trump ve, ziyan gihand aboriya Îranê bi sînordarkirina hinartina petrola Tehranê û gihîştina diravên biyanî.

Ji meha Îlonê ve, danûstandinên navokî yên di navbera Îran û hêzên cîhanî de ji bo astengkirina bernameya navokî ya Tehranê li hember rakirina cezayan rawestiyane, ku hêviyên aborî ji bo siberoja Îranê xirabtir dikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG