Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran di 48 Saetan de 11 Kesan Û di Tîrmehê de Jî 61 Kesan Darve Dike


Ajansa Frans press radigihîne ku Îranê 11 kes ji kemaniya Belûç bi tawanên madeyên hişber di 48 saetên borî de bi dar ve kirin.

Rêxistineke sivîl roja Çarşemê ev yek tekez kir got, ev rewşa darvekirinê hişyariyê dide ku civak bi awayekî nerewa rastî ewqas hejmarên bilind yên bidarvekirinê tê armanckirin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye, ragihand ku 9 Belûçên Îranî û 2 welatiyên Belûç yên cîranê Afganîstanê di navbera serê sibeya roja Yekşemê û roja Sêşemê de hatin darvekirin.

Rêxistinê zêde kir û got, ku wê di Tîrmehê de bi giştî 61 îdam li seranserê Îranê tomar kirine, ji ber ku Îran ber bi zêdekirina cezayê darvekirinê ve diçe ku heta niha li welat 423 kes di vê salê de hatine kuştin.

Çalakvan û rêxistiên mafên mirov, Îranê tawanbar dikin ku cezayê darvekirinê wekî amûrek bikar tîne ji bo belavkirina tirsê li seranserê welat di nava xelkê de, piştî tevgera xwenîşandana ku di Îlona borî de li ser kuştina Mahsa Emînî, jina 22 salî, derketibûn.

AFP li gorî rêxistina mafên mirov ya Îranê dibêje, dema ku kesên ji hindikahîya Belûç, yên ku Îslamîyên sûnî mezhebin û ne ji civak Şîîageriyê ya desthilatdarin li Îranê armanc tên girtin, di sala 202ê de rêjeya darvekirinan di nava Belûçan de sêyeka hejamra kesên tên sêdaredan bû, her çende rêjeya nifûsa wan li Îranê gelek kême ji 2-6% ya şêniya welat pêk tînin.

Heşt mêrên Belûç bi tometa madeyên hişber li girtîgeha sereke ya Zahedan, navenda parêzgeha Sîstan-Belûçistanê, di navbera 30'ê Tîrmeh û 1'ê Tebaxê de hatin îdamkirin.

Wê got jî, kesekî din yê Belûç bi tawanên bi heman rengî di 31ê Tîrmehê de li zîndaneke bajarê Bîrcendê li parêzgeha Xorosanê li rojhilatê welêt hat îdamkirin.

Komên mafên mirovan dibêjin ku bi her awayî xwenîşandan li Îranê bûne armanca tepeserkirinên kujer ji aliyê hêzên ewlekarî ve li herêmên herî xizan yên Îranê.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Îran duyemîn welate ku hejmara herî zêde ya darve kirin lê pêktê, îran piştî Çînê tê, welatê ku ti agahî jê nayên bidest xistin.

XS
SM
MD
LG