Ajansa Nûçeyan ya TASNIM ya Îranî roja Duşemê ragihand ku keştiyeke deryayî ya Îranê ji Tengava Bab El-Mendab derbasî deryaya Sor bûye û got ku ew ji bo "ewlekirya geştên keştiyan hatiye hinartin."
Ajansa nîv fermî ya dewletê diyar kir ku keştiya şer ya Alborz gihiştiye deryaya Sor, û gemiyên şer yên Îranê "li herêmê kar dikin da ku rêyên bazirganiyê ewle bikin, û li hember cerdekarên deryayî rawestin, û erkên din pêk bînin."
Wê bal kişand ser wê yekê ku keştiya wêranker ya Îranê "piştî nûjenkirin û zêdekirina sistema teknîkî ya nûdem, ew vegeriya fîloya keştivaniya Îranê ya başûrê welêt.