Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran Dibêje Zelenskyy Îranê Ji Bo Wergirtina Piştgiriya Rojava Bikar Tîne


Îranê roja Şemiyê bersiva Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy da û got ku tawanbarkirina wî Komara Îslamî ya çekdarkirina Rûsyayê hewldanek bû ji bo bidestxistina piştgiriya leşkerî û darayî ji Rojava.

Amerîka û Yekîtiya Ewropî ji ber bernameya wê ya dronan ceza danîn ser Îranê, bi îdîaya ku wê di dema êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de dron dane Moskoyê, Îdîayeke ku Tehran red dike.

Zelenskyy roja Çarşemê di axaftina xwe ya rojane de got, "Piştgiriya Tehranê ji xirabiyê re nayê înkarkirin" û rasterast bang li Îraniyan kir û got: "Çima hûn dixwazin bibin hevparê terora Rûsyayê?"

Berdevkê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî di bersivê de got ku "dubarekirina îdîayên derew" ên Zelenskyy dijî Komara Îslamî ya Îranê "bi propaganda û şerê medyayî yên tewera dijî Îranê re hevaheng in."

Kenanî got, “ew bi armanca ku ji welatên rojavayî heta ku ji destê wan tê alîkariya leşkerî û darayî bikişîne, tê kirin.

Wî got Ukraynayê "armanc û mebestên siyasî yên taybet li pişt van tawanan hene…û hewl dide xwe ji danûstandinên pisporî bi aliyê Îranî re ji bo vekolînê li ser îdîayan bixe".

Hat ragihandin ku Rûsyayê hezar û 160 dronên kamikaze yên Şahed ên Îranê di êrîşên li dijî Ukraynayê de bikar anîne.

Zelenskyy roja Çarşemê got, "Tevî ku em fêr bûne ku em piraniya dronên we yên kamikaze bixin xwarê... hîn jî lêdan hene."

Wî got,"dema ku droneke Îranê keçeke Ukraynî ya ducanî û mêrê wê li mala wan dikuje, dê û bavên li Îranê çima hewcedariya we bi vê yekê heye?"

Rûsya di Şibata 2022an de cîrana xwe Ukrayna dagir kir, û bû sedema mezintirîn pevçûn li ser axa Ewropî ji dema şerê cîhanê yê duyemîn ve

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG