Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Rêzek Erdhej de li Îranê 26 Kes Birîndar Dibin


wêne ji Erhejeka Kevin e

Li Îranê îro Yekşemê rêzek erdhejên sivik bûn ku di encama yekê ji wan de 26 kes birîndar bûn.

Erdheja yekem bi pileya 4.6 li bajarokê Ruydar ê parêzgeha Hormozgan rû da. Ruydar derdora 940 kîlometir başûrî Tehrana paytext e.

Demeke kurt piştî wê yeka din bi pileya 5.4 rû da, li gor Pîvana Jiyolojî ya Amerîka.

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan a Îranê gotibû ku pileya wê 5.7 e.

Piştî nîvro erdhejeka bi pileya 5.9 li parêzgeha Kermanşah a nêzîkî sînorên Îraqê rû da.

Hersê erdhej jî di kûraniya 10 kîlometran de bûn ku dikarin ziyanên madî bêhtirî yên mirovî bikin.

Parêzgarê Kermanşah Hoşeng Bazvand ji tilfizyona dewletê re got 26 kes birîndarbûn, lê ew hatin dermankirin.

Wî got hin mal rastî ziyanên biçûk hatin.

Tê zanîn, meha 11 a sala borî di encama erdhejeka 7.2 de li rojavayê welêt 600 kesî jiyana xwe jidest da.

Di sala 2003’ê de erdhejeka 6.6 li bajarê Bam bû sedema mirina 26 hezar kes.

XS
SM
MD
LG