Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komisyona Bilind ya Serbixwe Encamên Pêşî Yên Hilbijartinên Îraqê Radigihîne


Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqî îro Duşemê encamên destpêkê yên hilbijartinên parlemanî yên pêşwext ragihand.

Li gor komisyonê, koma rêberê Şîa Muqtede el Sedir hejmara herî bilind bi 73 kursîyan bidest xist, ji eslê 329 kursîyên parlemana Îraqê.

Koma el Teqedum (Pêşketin) ya bi serkêşîya Mihemed el Helbûsî di rêza duwem de bi 39 kursîyan hat. Û di rêza sêyem de jî koma Dewleta Qanûnê bi serkêşîya Nûrî el Malîkî bi 37 kursîyan cih girt.

Li nav partîyên Kurdan, Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 32 kursîyan di rêza yekê de hat. Li dû wê, koma Hevpeymanî bi serkêşîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 17 kursîyan hat. Tevgera Nifşê Nû di rêza sêyem de bi 9 kursîyan hat. Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî jî 4 kursî û Komela Îslamî ya Kurdistanê yek kursî bidest xist.

Encama herî balkêş di hilbijartinên Îraqî de ku do yekşemê pêk hatin ew e ku Tevgera Gorran ti kursî bidest nexist.

Hêjayî gotinê ye ku dora 41% ji dengdarên Îraqî beşdarî hilbijartinên parlemanî bûn, li gorî komisyona hilbijartinan.

Komisyon herwiha dibêje ku ewê heta sê rojan gilîyên partîyên sîyasî derbarê prosesa dengdanê qebûl bike.

XS
SM
MD
LG