Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew Dê li Hember Dengdana Yekîtiya Ewrupî ya Dijî Pasdaran Heman Bersivê Bide


Parlemana Îranê
Parlemana Îranê

Îranê roja Yekşemê hişyarî da Yekîtîya Ewrupa ku ew dê heman tedbîrên bigire piştî ku Parlemana Ewrupî deng da ku Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî bixe nav lîsta grûpên terorîst.

Wezîrê derve yê Îranê Huseyîn Amir-Abdollahiyan li ser Twitterê got, "parleman (ya Îranê) kar dike ku hin endamên artêşên welatên Ewrupayê di lîsteya terorê de bi cih bike."

Endamên Parlemana Ewrupî roja Çarşemê deng da ku Pasdaran bixe lîsteya terorê ya bloka 27 welatan ji ber "çalakiyên wê yên terorîstî, tepeserkirina xwepêşanderan û şandina wê ya dronan ji Rûsyayê re".

Amir-Abdollahian û fermandarê Pasdaran general Hossein Selamî roja Yekşemê danê sibê beşdarî rûniştina parlemanê ya girtî bûn ji bo gotûbêjkirina biryara Parlemana Ewrupayê.

Dîplomatê radebilind ê Îranê got, " Parlemana Ewrupayê gule berda lingê xwe" û got ku bersiv dê "bi heman şêweyî" be.

Serokê parlemana Îranê Mihemed Baqir Xalîbaf bi heman awayî roja Yekşemê ragihand ku parleman "dê yekser û bi biryar li hember her kiryareke ku tê wateya xistina Pasdarên Şoreşê di lîsteya cezayan de yan jî lîsteya grûpên terorîst de bersivê bide".

Xalîbaf, ku bi xwe fermandarê berê yê hêza asmanî ya Pasdaran e, anî ziman ku parleman dê "artêşên welatên Ewrupî... wek komên terorîst bide naskirin".

Pasdar serpereştiya hêza nîv leşkerî ya Basîc dikin, ku hatine belavkirin li dijî xwepêşandanên Îlonê yên dijî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî, piştî girtina wê bi tawana binpêkirina pîvanên cil û bergên jinan ên Îranê.

Desthilatdarên Îranê dibêjin, di xwepêşandanan de bi sedan kes, di nav wan de endamên hêzên ewlehiyê jî hene, hatine kuştin û bi hezaran jî hatine girtin.

Pasdarên ku demek kurt piştî Şoreşa Îslamî ya sala 1979an hatin damezrandin, fermanên xwe ji rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî werdigrin û bi hêzên xwe yên bejayî, deryayî û esmanî serbilind in.

Amerîka hêza Pasdaran û baskê wê yê biyanî, Hêza Quds, xistine lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst ên biyanî".

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG