Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupayê (YE) îro Pêncşemê sizayên nû li dijî Îranê pesend kirin ku tê de kes û sazîyan dikin armanc, ewên ku têkildarî "tepeserkirina xwepêşanderan û têkilîyên wan ligel piştgirîya welêt bo Rûsyayê" ne.
Dîplomatên YE dibêjin ku wezîrên wan ev sizayên nû dijî Îranê tekezîyê li ser wê yekê dikin ku Tehranê bi şêweyekî tund û hovane xwepêşander serkut kirine.
Herwiha tê payîn ku wezîr bigihêjin rêkeftineke siyasî da ku hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) wekî rêxistineke terorîst binav bikin, weke çawan Daiş û El Qaîde di lîsta terrorê ya YE de ne.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot amadebûna welatê xwe ji bo erêkirina danîna Pasdaran wekî rêxistinek terorîst tekez kir.
Barrot got, "Tepeserkirinên nayên qebûlkirin yên li dijî serhildana aştîyane ya gelê Îranê nikare bêbersiv bimînin."
Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul got ku "Almanya bi tundî piştgirîyê dide ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bikeve di lîsta terorê de û ewê Pêncşemê biryarê bidin."
Wadephul di dema civîna wezîrên derve yên YE’ê de ji rojnamevanan re got: "Hikûmeta federal bi tundî pêşniyar kiriye ku Pasdarên Şoreşa Îranê têxe lîsta terorê. Ez pir bawer im ku emê îro li ser vê mijarê bigihêjin encameke hevbeş."
Wî herwiha got ku ev gav ji bo bersiva serederîya Îranê ya bi welatîyên xwe re pêwîst bû.
"Awayê ku mirov hatine lêdan, êşkencekirin, zindankirin û heta gulebarankirin yan jî darvekirin, ewqasî dramatîk e ku divê bersiveke zelal ji Yekîtîya Ewrupayê derkeve."
Rêxistinên mafên mirovan kuştina bi hezaran kesan, ku piranîya wan xwepêşander in, ji alîyê hêzên ewlekarîya Îranê ve belge kirine.
Ji alîyê xwe ve, hikûmeta Îranê kuştina zêdetirî 3,000 kesan bi fermî qebûl kiriye, û diyar kiriye ku piranîya wan endamên hêzên ewlekarîyê yan sivîl bûn, ji bilî "serhildêran" ku Îran herdem beşdarên xwepêşandanan bi têkildarî û piştgirîyê ji Amerîka û Îsraîlê tawanbar dike.