Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) îro Pêncşemê ragihand ku di sala 2023an de herî hindik 138 kes ji alîyê rejîma Îranê hatine darve kirin, ku 88 ji wan jiber tawanên girêdayî madeyên hişbir in.
Bi alîyekî din ve, rêxistina Hengaw ya Mafê Mirovan ragihand ku hemwelatîyekî Kurd yê bi navê Şerzad Ehmedî Nezhad di bin êşkenceya li navenda îstixbaratê ya li Urmîyê de jîyana xwe ji dest daye.
Hengaw dîyar kir ku Nezhad di 15'ê Adarê de meha borî ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatibû revandin û ew di encama êşkenceyê li Urmîyê miriye.
Hengaw got ku hin kesên ji hikûmeta Îranê berî çend rojan ji malbata Nezhad re gotiye ku ewê bi kefaletê were berdan, lê dp re hi wan re hatitye gotin ku ew jiber krîza jîyana xwe hinda kiriye.
Hengaw dide zanîn ku Nezhad 41 salî bû û bavê sê zarokan bû.