Hikmeta Îranê îro Yekşemê piştrast kir ku wê careke din lêkoler û antropologîsteke Fransî, ku bi regez Îranî ye, girtîye.
Malbera Mizan New ya ser bi hikûmetê ve li ser zarê cîgirê serokê desthilatdarîya dadwerîyê Kazim Gharibabadi ragihand ku Farîba Adilxah “bi dehên caran” bergirîyên niştecîbûna neçar binpê kiribû.
Gharibabadi got ku Adilxah agahdarî wan bergirîyan bû.
Wezareta derve ya Fransayê roja Pêncşemê zindankirina Adilxah ya cara duwem şermezar kir û daxwaza azadkirina wê ya demûdest kir. Wezareta Fransî herwiha dîyar kir ku ev doz bertekên neyênî li têkilîyên Parîs û Tehranê bi xwe re tîne.
Gharibabadi got ku sîstema dadwerîya Îranê Adilxah weke welatîyeke Îranî dibîne. Îranê pênasînê bi welatîbûna duwem ya welatîyên Îranê nake.
Adilxah cara yekê sala 2019’an hatibû girtin û pênc sal zindan wekî ceza lê hatibû birîn jiber binpêkirin û lawazkirina ewlekarîya niştimanî ya Îranê. Piştevanên wê vê tawanbarîyê red dikin.
Di Gulana 2020’an de, hikûmeta Îranê biryar dabû ku Adilxah li jêr niştecîbûna neçar li mala xuşka xwe li Tehrnaê dema cezayê xwe biqedîne.