Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdewamiya Lehiyan JImareke Bêhtir a Xelkê Bêşûnûwar Dike


Medya dewleta Îranê ragihand ku deshilatdarên Îranê fermana valakirina 6 bajarokên din ên parêzgeha Xozistanê da, di encama lehiyên berdewam ên parêzgehê de.

Parêzgarê Xozistanê Xulamreza Şarîatî ji tilfizyona dewletê re got ku tîmên rizgarkirinê rûniştvanan dibine vehewangehên nêzîk, di nav de jî sê bingehên leşkerî.

Derketina xelkê ji van bajarokan tê di demekê de ku pêşbîniya pêleke din a baran û lehiyan tê kirin.

Desthilatdaran daxwaz ji kesên gênc kir ku bimînin ji bo alîkariya operasyonên rizgarkirinê.

Wezîrê navxwewyî Ebdulrezaq Rehmanî Fazlî ji tilfizyona dewletê re got derdora 400 hezar kes di metirsiya derketina ji parêzgehê de ku jimara rûniştvanên wê 5 milyonin.

11 bajarok û bi dehan gund berê hatine valakirin û desthilatdar dibêjin jimara qurbaniyên lehiyan ta niha gihiştiye 70 kesî.

XS
SM
MD
LG