Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dijî Du Fransî û 1 Belçîkî bi Îdiaya Sixurî Doz Vedike


Karbidestên dadwerîya Îranî sêdarekirina hemwelatîyan temaşe dikin (Arşîv)
Karbidestên dadwerîya Îranî sêdarekirina hemwelatîyan temaşe dikin (Arşîv)

Hikûmeta Îranê îro Sêşemê ragihand ku hember du hemwelatîyên Fransî û yekî Belçîkî bi îdiaya sîxurî û karkirina dijî ewlehîya neteweyî, doz hatine vekirin.

Ev nûçe ji hêla Tora Nûçeyên Xwendekarên ya nîvfermî ya Îranê hat weşandin, lê nasnameyên wan sê kesan nehatine eşkere kirin.

Komara Îslamî ya Îranê hin dewletên Rojavayî wek dijmin bi nav dike û îdia dike ku xwepêşandanên nerazîbûnê gur dikin, ku di 16’ê Îlonê de, piştî kuştina Jîna Emînî ya di derdestîya polîsên exlaqî de destpê kiribûn.

Pisporên Îranê dibêjin ku ew pêla xwepêşandanan ji Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979an vir ve protestoyên herî demdirêj in.

Li Îranê di salên 2017, 2018 û 2019 de jî protestoyên demdirêj çêbûbûn, lê pispor dibêjin ku jiber ku di van protestoyên dawî de ji hemî pêkhatîyên civakê meriv hene, ev xwenîşandan ji yên din cudatir in.

XS
SM
MD
LG