Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî dijî plana Serokê Amerîka Donald Trump ya ser Kerta Gaza bertek nîşan da.
Araqçî got ku Trump bi plana ser derxistina Filîstînîyan ji Kerta Gaza, dijî îstiqrar û ewlekarîya Rojhilata Navîn gefan çêdike.
Li gor ragihandina Îranê, Araqçî dema bi hevtayê xwe yê Misirî Badr Abdelaty re peyivî, ji wî re got ku ‘’dersînorkirina Filîstînîyan ji Kerta Gaza bi awayekî mêtinger parçeyeke plana tunekirina Filîstînê ye’’
Trump roja Sêşemê dema bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Koşka Sipî kom bûbû, eşkere kiribû ku ew dixwazin Gazayê bi rêve bibin û rûniştvanên wir li warên din bi cîh bikin.
Li ser plana Trump bi awayekî berfireh bertekên tund hatin nîşandan.
Araqçî dîyar kir ku plana Trump jibo îstiqrar û ewlekarîya herêmê gefan çêdike û got ku divê dewletên Îslamî diji vê projeyê bi hev re tevbigerin.
Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Araqçî doh Şemîyê bi hevtayên xwe yên ji Tûnis û Tirkîyê re jî, ser Kerta Gaza peyivîye.
Ji alîyê din ve, Hamas radigihîne ku Îsraîl kamyonên alîkarî yên diçin Gaza dereng dixîne û dîyar dike ku bi tenê jibo beşeke çadir û malên mobîl destûr dide ku ew jibo kesên vedigerin warên xwe têne belavkirin.
Jêder: AFP