Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hangaw'ê, li Îranê 2 hezar û 353 kes hatin girtin, di nava girtiyan de 216 kes di bin jiyê 18 saliyê de ne û 325 jî jin in.
Rêxistin di rapora xwe de eşkere dike ku 588 kesên girtî xelkê Sîstan û Belûçistanê ne û %44'ê ji girtinyan bi nasnameya xwe kurd in.
Di raporê de her wiha hat gotin ku di nav kesên hatine binçavkirin de 207 çalakvanên olî, 45 xwendekar, 65 mamosteyên dibistan û zanîngehan hene.
Rêzxistina Mafên Mirov Hengaw radigihîne ku, di nav girtiyan de 144 zarokên Belûç û 56 zarokên kurd jî hene. Li bajarên din ên Îranê yên wekî Tehran, Meşhed û Bucnordê herî kêm 16 zarok hatine binçavkirin.
Rapora rêxistinê amaje bi hejmara giştî ya jinên ku di sala 2023an de ji aliyê saziyên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin, ji wan 92 jinên Kurd û herî kêm 52 jinên çalakvanên Behayî hene.
Di nava jinên hatine binçavkirin de 18 xwendekarên jin, 17 rojnameger û aktîvîstên çapemeniyê, 10 hunermend û lîstikvan û 7 mamoste hene.
Li gorî Hengaw'ê, 207 çalakvanên olî ji bawermendên Behayî heta Yarsan, Krîstiyan û Ermenî di nava girtiyan de ne, ku 55 ji wan jin in. Lê piraniya kesên hatine girtin çalakvanên Sunnî, Belûç û Ereb in.
Hejmara xwendekarên desteserkirî gihiştîye 45 kesan ku 22 ji wan kurd in ku piraniya wan xwendekarên astanên Kurdistanê ne û hejmara mamostayên zanîngeh û dibistanan jî digihîje 45 kesan.
Jêder: Hengaw