Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê îro Yekşemê got hêzên ewlekariya welêt, pêla xwepêşandanên dijî hikûmetê bidawî anî.
Di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe, Nobedaran Amerîka, Îsraîl û Erebistana Saudî tawanbar kirin bi van xwepêşandanan, û her wiha gurûpa opozisyonê ya bi navê Mujahîdîn Xelq ku li derve dimîne û piştgirên şahinşahiya ku di şoreşa sala 1979an de hatibû rûxandin.
Di van rojên dawî de alîgirên hikûmetê rêveçûnên mezin li gelek bajarên Îranê lidarxistin dijî xwepêşandanan.
Tê zanîn, Amerîka û Îsraîlê piştgiriya xwe bo xwepêşandanan derbirîn.
Xwepêşandanan roja 28ê meha borî li bajarê Meşhed destpêkir, bêhtirî 20 kes hatin kuştin û bi sedan hatin girtin.