Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingehên Amerîkî li Hewlêrê Dibin Armanca Êrîşa Dronan

Hewlêr
Hewlêr

Ajansên nûçeyan ên li Herêma Kurdistanê ragihand ku grûpên çekdar ên xwe wekî beşek ji Enîya Berxwedana Îslamî li Îraqê bi nav dikin, roja Yekşemê got wan bi dronan bingehên leşkerên Amerîkî li bajarê Hewlêr kirine armanc.

Di daxuyanîyekê de, wê komê got ku êrîş ji bo piştgirîya Komara Îslamî ya Îranê li dijî Amerîka û Îsraîlê hatiye kirin û armanca wê "parastina serwerîya Îraqê" ye. Li gorî komê, êrîşê baregehên leşkerî yên Amerîkî li Hewlêrê armanc girtine.

Amerîka gef li hejmarek grûpên çekdar ên alîgirên Îranê xwaribû û hejmarek ji wan grûpên çekdar xistine lîsta terorê.

Heta niha, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên hevpeymanîya navneteweyî li ser bûyerê ti şîroveyek nedane.

AFP ragihand ku sibeya roja Yekşemê li nêzî firokxaneya Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Îraqê dengê teqînek mezin hat bihîstin. Li firokxaneyê hêzên hevpeymanîyê yên bi pêşengîya Amerîkayê hene.

Di hin tomarên ku di medya civakî de hatine weşandin nîşan didin ku dûmaneke reş ji hin herêmên derdora Hewlêrê bilind dibe.

Hêzên hevpeymanîyê di roja yekê ya êrîşan de çendîn êrîşên mûşek û dronan bo ser Hewlêr pûç kirbûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG