Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Hêza Quds li Sûrîyê ye


Muhemed Alî Cafarî
Muhemed Alî Cafarî
Îranê ragihand ku endamên Hêza Parêzvanên Şoreşa Îslamî, Sipahê Pasdaran, nuha li Sûrîyê ne û alîkarîya ne-leşkerî didin rejîma Sûrîyê.

Îranê herwiha ragihand, dibe ku Tehran kiryarên leşkerî encam bide eger nêzîktirîn hevalbenda wê, Sûrîye, ji layê hêzên bîyanî ve rastî êrîşa leşkerî bibe.

Ev yekemîn car e ku Îran bi fermî rabigihîne ku artêşa wê li Sûrîyê ye.

Medyaya Îranî li ser zimanê komandarê Sipahê Pasdaran Muhemed Alî Cafarî radigihîne ku endamên Hêza Quds nuha li Sûrîyê ne.

Hêza Quds ser bi Sipahê Pasdaran e û erkê belavkirina îdeolojîya Komara Îslamî li dervey Îranê dibîne.

Bi hezaran kes di tepeserkirina opozisyonê de ji layê rejîma Sûrî ve hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG