Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Nêzîkbûna Salvegera Mirina 'Jîna Emînî' Îran Tedbîrên Nû Distîne


Jinên bê Hîcab li dikanekê li Tehranê, 18 Tîrmehê 2023.
Jinên bê Hîcab li dikanekê li Tehranê, 18 Tîrmehê 2023.

Demek dirêje, desthilatdarên Îranê li dijî jinên ku pabendî hîcabê nebûne, gav neavêtiye, lê hikûmet niha hewl dide ku kompanî, dikan, bazar û cihên bazirganiyê bibin "qada şerê nû yê hicabê", rayedar lixwekirina wê ferz dikin.

Ev yek berî salvegera yeksalî ya xwenîşandanên ku li seranserê welat piştî mirina Jîna Emînî (Mahsa Emînî) di 16ê Îlonê de li dema ku ji aliyê polîsê exlaqî ve hatbû girtin û di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû.

Helmeta hêzên ewlehiyê ya piştî mirina Jîna Emînî bû sedema mirina zêdetir ji 530 kesan û girtina zêdetirî 22 hezar kesên din.

Di van rojan de, bi zêdebûna hejmara jinên bê hicab li kolanên Tehranê, desthilatdaran dest bi serdagirtina kompaniya û dikanên ku tê de karmend û welatiyên bikir hicab li xwe nekirine digirin.

Parlementoya Îranê jî, li ser qanûnek ji bo tundkirina cezayên li ser jinên bê hîcab û şîrketên ku ew tê de dixebitin an jî tê de kar dikin gotûbêj dike.

Parvanî dixtora jin, ku sala borî xwenîşanderên birîndar derman dikirin, got "Eger ez rûbirûyê cezayan bibim, ez ê hicabê li xwe bikim ji ber ku ez li cihek bilind im." Wê jî, weke her jineke Îranê ku AP (Associated Press) pê re axifî ji tirsa tolhildanê tenê navê pêşî didin.

Parvanî gote AP "Lê jinên ciwan yên ku min di dema xwepêşandanan de derman dikirin dê gavan paşve neavêjin".

Piştî mirina Emîni, polîs di ferzkirina tund ya cil û bergên Îslamî de dudil bû, jibo ku xwepêşandan ji nû ve gurr nebin.

Piştî vê yekê rayedaran ji bo jinên ku di trombêlan de bê hîcab bûn, dest bi şandina peyamên hişyariyê ji wan re kirin, polîsan nêzî milyonek peyam şandin, û nêzî 2000 trombêl hatin desteserkirin û zêdetirî 4000 jin rastî dadghekirinê hatin.

Piştre hêzên ewlehiyê li malperên tora civakî geriyan li kompaniyên ku wêneyên jinên serê tazî li cihên kar nîşan didin.

Yek ji ofîsên malperek dîjîtal ya pir şopîner hene ku mehane zêdetirî 40 mîlyon bikarhênerên çalak hene, hate girtin. Pirtûkxaneyek onlayn jî bo demek kurt hat girtin.

Helmeta berpirsên Îranê yên li dij bê hîcabiyê li derveyî paytext Tehranê jî berfireh bû.

Li bajarê Lahîcan, yê li bakurê welat, karbidestên tenduristiyê yên herêmî ferman dane nexweşxane û klînîkan ku dev ji xizmeta jinên bêhîcab berdin.

Li bajarê Demawendê, ku 60 km li rojhilatê Tehranê ye, dozger biryara girtina rêveberê bankê da, ji ber ku wî xizmetek pêşkêşî jineke bêhîcab kirbû.

Her wiha li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilatê welat rûniştina li derve li qehwexaneyan qedexe ye û muhafazakarên Îsfehanê jî daxwaza qedexekirina têkelbûna jin û mêran li cihê kar dikin.

Heta ku jinên bê hîcab li pişt kamîreyan jî tên qedexe kirin. Şerê hicabê li îranê êdî bûye şerekî hilbijartinan jî, rêformxwazên Komara îslamî dixwazin tundiya li ser civakê û li xwe kirina bi zorî ya hicabê nemîne, lê mihafizkar dixwazin yasayên tundtir yên derbarê hîcabê biryar bidin.

Jêder: AP/Alhurra

XS
SM
MD
LG