Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Jinek ji ber Avêtina Hîcabê  Tê Cezakirin


Ajanseke nûçeyan a Îranî îro Şemiyê ragihand ku dezgeha dadwerî ya Îranê jinek bi tawana "bêrêzî" li hîcaba Îslamî ceza dike, piştî ku wê di dema civîneke giştî de hîcaba xwe avêtibû erdê.

Biryara bikaranîna hîcabê li cihên giştî, demeke kurt piştî şoreşa îslamî ya 1979an ve hat sepandin. kuştina Mahsa Emînî ya 22salî di Îlonê de piştî girtina wê ji ber “binpêkirina biryarê”, bû sedema xwepêşandanên seranserî welêt.

Ajansa nûçeyan a Tasnîm got: “pîvanên yasayî li dijî jineke ku di dema hilbijartina şaxa Tehranê ya Rêxistina Endezyariya Avahiyan ya Îranê de bêrêzî li hîcaba xwe kiriye, hatiye destpêkirin.”

Kurte vîdyoyek ku ji aliyê rojnameya Hemşehrî ya şaredariya Tehranê ve hatiye weşandin, nîşan dide ku dema beşdar ji civînê derketine, jinek hîcaba xwe davêje erdê.

Tasnim, bêyî ku hurgilîyan bide, got: "Bi derew hate îdiakirin ku ev kes (ji hilbijartina şaxê) hatiye dûrxistin bi sedema ku wê hîcab li xwe nekirbû."

Ji sala borî ve ku xwepêşandanên Emînî derketin, her diçe zêdetir jin bêyî ku porê xwe veşêrin derketin derve, bi taybetî li bajarên mezin ên Îranê.

Di 10ê Çile de, dozgeriyê got ku ew dixwaze ji nû ve dest bi cîbicîkirina yasayên sepandinê bike ku cezayên giran ji bo binpêkirina koda cilûbergê diyar dike, di nav de jî cezayê sirgûnkirinê.

Di hefteyên dawî de, gelek qehwexane, xwaringeh û dermanxane ji bo xizmetkirina bikirên ku hîcabê li xwe nakin hatine girtin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG