Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Deng Tên Hejmartin û Rêjeya Beşdarîyê Kêm E


Hilbijartinên Îranê
Hilbijartinên Îranê

Îranê roja Şemiyê dest bi hejmartina dengan kir piştî dengdana ji bo parlemanê û Desteya Sereke ya Oldaran bidawî bû, medyaya navxweyî rêjeya beşdarbûnê kêm dibîne û tê texmîn kirin ku muhafizekar dê serdest bin.

Hilbijartinên roja Înê yekemin hilbijartin bûn, piştî xwenîşandanên berfireh yên ku ji ber kuştina jina Kurd Jîna Emînî, ya 22 salî, di Îlona 2022 de destpêkir bûn.

Jîna Emînî dema di bin çavan de girtî bû jiyana xwe ji destda bû, Ew bi îdiaya binpêkirina qanûnên tund yên cil û bergên Komara Îslamî ya ji bo jinan hatibû binçav kirin.

Ji hilbijartinên sala 2020'an vir ve Îran ketîye jêr bandoreke bihêz ya toleyên navnetewî.

Televîzyona Dewletê serê sibeya Şemiyê ragihand ku "hejmartina dengan hatîye destpêkirin" piştî ku navendên dengdanê nîva şevê hatin girtin.

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA ragihand ku demê dengdanê di nava rojê de çend caran hat dirêjkirin.

Di hilbijartinên roja Înê yên jibo Parlamenê hejmara berbijêran rêkor şkand ku 15,200 berendam bo 290 kursiyên parlamenê di pêşbaziyê de bûn, herwiha jibo desteya bilind ya oldaran jî 144 berbijêr bo 88 endamên desteyê ketin di pêşbaziya dengdanê de, ku ew endamitî taybete bo zanayên Îslamî yên oldar.

Ew deste ango Meclîsa Oldaran rêberê bilind yê Îranê hildibijêre yan jî eger pêwîst be ji kar dûr dixe. Serlêdana gelek berbijaran bo wê desteyê pêşwext hatin betal kirin.

Ajansa nûçeyan ya navxweyî Fars rêjeya 40% ya beşdarbûnê texmîn kir ji hejmara 61 mîlyon dengderên ku mafê dengdanê hebû.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokomar Îbrahîm Raîsî pêşwazî li beşdariya "bi coş" ya dengderan kir û got "Ev têkçûneke din ya dîrokî ya dijminên 'Îranê' ".

Tê çaverêkirin ku eniya muhafizkar û dojminên ser hişk yên Amerîka û Îsraîlê serkeftina xwe ya di hilbijartinan de ragihînin.

Îran Amerîka, hevlabendên wê yên rojavayî û Îsraîl dijminên xwe yên sereke dibîne û wan bi hewildana destwerdana karûbarên navxweyî tawanbar dike.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG