Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Hêzên Me li Bingeha Talîqan a Bernameya Navokî ya Îranê Xist

Bingeha Taleqan ya Naovkî ya Îranê li nêzîk Tehran, ku Îraîl dibêje îro li wê bingehê xistîye
Bingeha Taleqan ya Naovkî ya Îranê li nêzîk Tehran, ku Îraîl dibêje îro li wê bingehê xistîye

Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê ragihand ku hêzên wan êrîşek li ser cihekî din ê girîng encam daye ku "ji hêla rejîma Îranê ve ji bo pêşxistina şiyanên çekên xwe yê navokî bikar tîne."

Di daxuyaniyê de, artêşa Îsraîlê got, "Di çarçoveya pêla êrîşên dawî yên ser Tehranê de, Hêza esmanî ya Îsraîlê, li gorî pêzanînên îstîxbaratî yên rast, li bingeh Talîqan ya bernameya navokî ya Îranê xist, ku rejîmê ji bo şiyanên girîng di warê pêşxistina çekên navokî de bikar dianî."

Daxuyanî her wiha dibêje, "Di salên dawî de, ev cih ji bo pêşxistina teqemeniyên pêşkeftî û pêkanîna ceribandinên hestiyar di nav Projeya Amad de, bernameyek pêşxistina çekên navok ya veşartî di destpêka salên 2000'an de, hate bikar anîn."

Artêşa Îsraîlê dibêje "Ev êrîş gaveke din di hewldanên berdewam de nîşan dide da ku rejîmê ji pêkhateyên bingehîn ên pêwîst ji bo bidestxistina çekên navokî bêpar bike."

Weke Îsraîl dibêje Talîqan bingehe navokî ya Îranê ye li nêzîk paytext tehranê ye.

Her wiha artêşa Îsraîlê di hesaba xwe ya platforma X'ê de ragihand ku hêzên wan Ebû Zer Mihemedî, fermandarê operasyonan ê yekîneya mûşekî ya pasdarên Îranê di nav Hizbullahê de li Beyrûtê kuştîye.

Daxuyanî dibêje "Mihemedî kesayetiyek navendî bû ku di navbera Hizbullah û rejîma terorîst a Îranê de hevrêzî dikir û roleke sereke di nûjenkirina bernameya mûşekî ya Hizbullahê de lîstîye."

XS
SM
MD
LG