Çend çaavkaniyan got, ku bi sedan şervanên ji komên ku Îran piştgiriyê wan dike li Îraqê, ji bo tepeserkirina xwepêşandanan çûne Îranê.
Çavdêrekî ewlehiyê yê Îraqî got ku di navbera Îran û kirêgirtiyên wê yên li herêmê de hevkarî heye.
Çavdêr Şaho Qeredaxî ji VOA re got, ji ber wan alozî û guherînên ku rejîma Komara Îslamî ya Îran rast hatîye, ew piştraste ku “di navbera Îran û çekdarên ser bi wê ve li herêmê hevkarî û nêzîkbûn hene, asayîye ku ew hêzên kirêgirtî herin Îranê bi armnca tepeserkirin û jinavbirina xwepêşandanên nerazîbûnê.”
Wî got, "Ev ne tenê li ser daxwaza Komara Îslamî ye, belkî gelek komên Iraqî baweriya wan wehaye ku lawazbûn an hilweşîna rejîmê li Îranê tê wateya dawiya wan li Îraqê, ji ber vê yekê mayîna wan bi mayîna rejîma Îranê ve girêdayî ye.
"Ev kom niha hemî xizmetên xwe pêşkêşî Îranê dikin da ku pêşî li hilweşîn an lawazbûna wê rejîmê bigirin, û ji nav axa Îranê berjewendî û destkeftiyên xwe li Îraqê diparêzin".
Çavkaniyan amaje bi wê yekê da, ku çekdarên endamên Hizbullaha Îraqî, koma Nuceba, Seyîd el-Şuheda û rêxistina al Bedir di nav wan çekdaran de ne, yên ku çûne Îranê.
Her çende heta amadekirina vê raportê gHeşda Şaabî û, komên çekdar bi fermî tiştek ragihandine.