Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îran Serokê Yekîneya Îstixbarata Pasdaran Taîb ji Kar Dûrxist


Ajansa Reutersê ji zarê televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku hikûmetê serokê hêzdar yê yekîneya îstixbarata Pasdarên Şoreşê Husên Taîb ji kar dûr xistiye.

Ev biryar çend roj piştî ku medyaya Îsraîlî tawanbar kiribû ku ew li pişt plana gumanbar ya Îranê ye bo kuştin an jî revandina turîstên Îsraîlî li Tirkîyê ye.

Televîzyonê ti sedem jibo guhertinê nîşan neda, lê got ku Taîb wek şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Pasdaran Husên Selamî hatiye erkdar kirin.

Televîzyonê da zanîn ku Mihemed Kazimî wê cîhê Husên Taîb bigire ku ew berê serokê Yekîneya Parastina Îstixbarata Pasdarên Şoreşê bû.

Taîb berî ku di sala 2009 da bibû Serokê Îstixbarata Pasdaran, li ofîsa rêberê Îranê Elî Xamineyî kar dikir.

Îsraîlê, jiber metirsîya hewilên Îranê yên kuştin yan revandina Îsraîlîyên ku li Tirkîyê betlaneyê dikin, di 13ê Hezîranê de hişyarîya rêwîtî ya bo Stenbolê rakiribû asta herî bilind.

XS
SM
MD
LG