Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ji bo cihekî ewle li hundirê welat bi tedbîrên ewlehiyê yên zêde hate veguheztin, du berpirsên herêmî yên ku ji Tehranê agahdar bûne ji ajansa Reutersê re got.
Çavkaniyan diyar kir ku Îran bi Hizbullaha Lubnanê û grûpên din ên herêmî re di pêwendiya berdewam de ye ji bo diyarkirina pêngava din piştî ku Îsraîlê ragihand ku wê serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah roja Îniyê li başûrê Beyrûtê kuştiye.
Hêzên Berevaniyê yên Îsraîlê (IDF) îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got ku Hesen Nesrellah di êrîşa esmanî de ligel Elî Kerekî, fermandarê eniya başûrê Hizbullah û fermandarên din ên Hizbullahê "jinavbirin".
Daxuyaniyê got ku balafirên şer ên Îsraîlî êrîş pêk anîn piştî ku IDF wergirt ku serkirdeyên payebilind ên Hizbullah di hundurê baregeha navendî ya girûpê de ne, ku IDF got li binê avahiyek niştecîbûnê li Dahiye, taxeke başûrê Beyrûtê ye.
Çavkanî: Reuters, VOA