Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îranê Dest Ji Armanca Xwe ya Çêkirina Çaka Navokî Nekişandîye


Serok wezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu
Serok wezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu

Serok wezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu Îran tawanbar kir bi hebûna bingehek nepenî ya ragirtina çekên navokî li Tehranê.

“Îranê dest ji armanca xwe ya çêkirina çekên navokî nekişandîye,” Netanyahu gote Civata Giştî ya Neteweyên Yêkbûyî (NY), di demekê de ku wî nexşe û wêneyên avahîyekê li devera Turquzabad ya Tehranê bilind kiribû.

Netanyahu îdia kir ku Îran wî avahî bikar tîne bo enbar kirina “hijmarên mezin yên alav û kerestên programa nepenî ya çekan.”

Netanyahu got ser bingeh navbirî, wî zanîyarî dayne Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) û hin ajansên îstixbaratê û daxwaz kirîye ew cih demûdest ji hêla IAEA ve were pişkinîn.

Îranê demûdest bersîva wê tawanbarkirinê neda, lê red kirîye ku wê programa çêkirina çekên navokî hebe.

Demê roja Çarşemê li Civata Giştî ya NY diaxivî, Serokê Amerîka Donald Trump berevanî ji biryara xwe ya vekişînê ji peymana navokî ya Navneteweyî, sala 2015an, bi Îranê re kir.

Trump got “Îran divê vegere û divê ew danûstanê biken” ger Îran bixwaze xwe ji gerek din ya toleyên aborî biparêze.

XS
SM
MD
LG