Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Bang li Îsraîlê Dike ku ji Axa Sûriyê Derkeve


Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan
Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan

Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan roja Çarşemê banga vekişandina Îsraîlê ji nava axa Sûrîyê kir, piştî têkçûyîna hevbendê demdirêj yê Tehranê Beşar Esad.

Pizişkîyan ev daxuyanîyê piştî hevdîtina bi serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî li Têhranê di preskonferansek hevpar da, ku her du rêberan mijarên wek bazirganî, hevkarî û rûdanên dawî li Sûrîyê gotûbêj kirin.

"Pêdivîya Rejîma Siyonîstî bi vekişîna ji heremên dagirkirî û girîngîya rêzgirtina hestên olî (li Sûrîyê) bi taybet, li cih û warên pîroz yên Şîayan di nav fîkaran de wan ne," wî di gel bi Sûdanî got:

Serokê Îranê herwiha li ser "jinûve çalakbûna şaneyên terorîst" li Sûrîyê, hişyarî da.
Esad ji Sûrîyê revîya, piştî ku hêzên serhildayan bi pêşengîya rêxistina îslamî ya Sunnî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di encama êrîşeke 12 rojan kontrola paytexta Şamê bi dest xistin û di 8’ê Berfanbarê de dawî li rejîma Esad anîn.

Ji dema tekçûyîna Esad ve, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî birin ser navendên leşkerî yên Sûrîyê , ku dibêje armanca wan ew e ku nehêlin çekên stratejîk bikevin destê dijmin.

Hêzên Îsraîlê herwiha cihên stratejîk yên li herêma tampon ji dagir kirine, ku Neteweyên Yekbûyî (NY) çavdêrîyê dike, û hevdem axa di bin kontrola Sûrîyê û Girên Golanê ku Îsraîlê di şerê Ereb-Îsraîlî yê 1967'an de ji Sûrîyê girtibû ji hev vediqetînin.

Îran destdayîna ser axa Sûrîyê ji alîyê Îsraîlê ve şermezar dike û daxwaza vekişîna wê dike.

Sûdanî jî di preskonferansa li Tehranê de axifî û rêzdarîya Îraqê ya jibo "vîna gelê Sûrî re û piştgirîya her sîstemeke siyasî û destûrî ya ku ew bi xwe bêyî destwerdana derve hildibijêrin" dîyar kir.

Wî herwiha " jibo hevkarîya bi hemû alîyan re û peydakirina veguheztinek aştiyane ya aram jibo avakirina sîstemeke ku vîna gelê Sûrî nîşan dide, amadebûna Îraqê " destnîşan kir.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG